Îran: “Tu kes nikare me li derve bihêle!”

Dîroka weşanê :
Îran: “Tu kes nikare me li derve bihêle!”

PeyamaKurd- Li ser hevdîtina Tirkiyê û sê dewletên Ewrûpî ya roja şemiyê, Îranê nerazîbûna xwe anî zimên.

Piştî levhatina Tirkiyê û Rûsyayê ya li ser Sûriyê, êdî ev her du dewlet wê bi dewletên Ewrûpî re biaxivin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wê sibe li Stenbolê li ser rojeva Sûriyê civînekê pêk bînin.

Li ser vê geşedanê, Îranê nerazîbûna xwe anî zimên. Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Cebar Ensarî got ku di mijara Sûriyê de tu kes nikare Îranê li derve bihêle. Lewra Îran di vê mijarê de gavên girîng tavêje û gavên me jî li gorî rastiyên herêmê ne. Hinek dewlet li dijî van rastiyan dimeşin. Îran di vî şerî de her dem li cem hukûmeta Sûriyê cih girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin