PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku ew êrîşa PKK ê ya ser Pêşmerge li Çiyayê Metînayê qebûl nakin. Wezaret di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Em êrîşa teroristî û tirsonek a li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê ya ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin şermezar dikin.
Em tekez dikin ku hêzên Pêşmerge, beşek ji hêzên me yên çekdare û her êrîşekê li ser vê hêzê red dikin û nayê qebûlkirin.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê sersaxî li malbatên her pênc Pêmergeyên şehîd kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.
Wezaret ragihand ku wan li ser bûyerê lêpirsînê vekirine û dê êrîşker bê ceza nemînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin