PeyamaKurd- Wezîrê Ewlehiya Hundir yê Îsraîlê Gîlad Erdan ragihand ku Îran wê ji nava Iraqê êrîşî Îsraîlê bike.
Di derbarê mijarê de Wezîrê Ewlehiya Hundir yê Îsraîlê Gîlad Erdan di civîna çapemeniyê de axivî û got ku Îran li dijî Îsraîlê tehdîdên xwe zêdetir dike. Çavê Îranê lê ye ku ji nava Iraqê, bi moşekan êrîşî me bike. Îran bi hemî hêza xwe dixwaze Îsraîlê dorpêç bike û bitirsîne.
Gîlad Erdan got ku divê Îsraîl li Sûriyê kar û xebatên xwe zêdetir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin