PeyamaKurd - Îsraîlê binkeyeke leşkerî ya li Helebê paytexta Sûriyê bombebaran kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Îsraîlê li dijî binkeyeke leşkerî ya li Helebê paytexta Sûriyê êrîşeke esmanî pêk anîye û dever bombebaran kiriye.
Li gorî nûçeyê, êrîş 4ê mehê pêk hatiye û Sûriyê bi pergalên parastina hewayî bersiv daye wê êrîşê.
Wezareta Berevaniya Sûriyê jî duhî eşkere kiribû ku Îsraîlê êrişî cebilxaneyeke li herêma Es-Safirayê kiriye. Nehat zelalkirin ku di encama wê êrişê de qurbanî hene yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin