Ji Rûsya daxuyaniya Azerbaycan-Ermenistanê: Divê bilez…

Ji Rûsya daxuyaniya Azerbaycan-Ermenistanê: Divê bilez…

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku pêwîste Azerbaycan û Ermenistan di navbera xwe de, bilez dest bi amadekirina peymana aştiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, divê di çarçoveya peymana sêqolî ya navbera Baku, Êrîvan û Moskowê de, Azerbaycan û Ermenistan bilez dest bi amadekarina peymana aştiyê bikin.

Li ser mijara herêm Qerebaxê jî hate gotin ku divê barê çarenivîsa xelkê Ermen ê li Qerebaxê li ser aliyê sêyem neyê danîn û di çarçoveya peymana sêqolî de lihevkirin çêbibe.

Herwiha Rûsyayê bang li Azerbaycanê jî kir ku ji ber xerabûna rewşa mirovî li Qerebaxê bi awayekî lezgîn tedbîran bistîne û korîdora Laçînê veke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin