PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku geşedanên li Helebê rû didin binpêkirina serweriya Sûriyê ye û got, welatê wî amade ye piştgiriya rejîma Sûriyê bike.
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser êrîşên çekdarên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser gundewarên Heleb û Idlibê nirxandin kir.
Peskov di civîna çapemeniyê de diyar kir ku geşedanên li Helebê binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye û da zanîn, Rûsya amade ye piştgiriya Şamê bike.
Dmitriy Peskov ji Şamê jî xwest bilez herêmê kontrol bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin