Kestiya Ocean Vikingê, di Derya Sipî de 101 koçberan rizgar kir

Kestiya Ocean Vikingê, di Derya Sipî de 101 koçberan rizgar kir

PeyamaKurd – Keştiya bi navê Ocean Viking ya girêdayê rêxistina sîvîl ya Sos Mediterraneeyê, 101 koçberên ku ji Afrîka diçûn Ewrûpayê, di Derya Sipî de rizgar kir. Di nav koçberan de zarok û jin hene.

Li gor ajansa Îtalyayê ya bi navê ANSAy ragihand ku di hefteya borî de, keştiya Ocean Vikingê li Derya Sipî di nav sînorê seha rizgarkirin û lêgerîna Lîbyayê de ji tekneyekî ji text rizgarkirine û wan birine Tarantoyê. Taranto lîmanekî bi ewle ya ku Îtalya wê amade kiriye û koçber îro gihane lîmanê.

Di nav koçberan de 20 jin û 23 zarokên ku mezin bi wan re tinene, hene. Koçber ji Somalî, Sûriye, Erître, Misir, Filistin, Iraq û Etiyopya ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin