Koalîsyonê ji bo HSDê sewqiyateke nû kir!

Koalîsyonê ji bo HSDê sewqiyateke nû kir!

PeyamaKurd- Koalîsyona navnetewî vê sibehê di deriyê Sêmalka re ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sewqiyateke nû kir.

Hat ragihandin ku vê sibehê ji aliyê Koalîsyona navnetewî ve ji bo HSDê konwoyeke ku ji 150 wesîteyî pêk tê, ber bi Hesekê û Dêra Zorê de hat rêkirin.

Li gorî agahiyan konwoy ji bo muhafizên hudûdan hatiye rêkirin. Li herêma Dêra Zorê cihê ku HSDê ji destê IŞÎDê derxistine, hinek baregehên leşkerî hatine avakirin û ev konwoy jî derbasî wan baregehan kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku ji ber ku IŞÎD li herêmê careke dî bihêz bûye, alîkariyên koalîsyonê wê bidomin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin