Koca: Jimara kesên wefat kirine giha hezar û 6 kesî

Koca: Jimara kesên wefat kirine giha hezar û 6 kesî

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca halê dawiyê yê Tirkiyê di mijara koronavîrusê de û tedbîrên berlêgirtinê de ragihand. Fahrettîn Koca weha got:

-Jimara wefata ji ber koronavîrusê bû hezar û 6 kes.

-Testên ku heya niha hatine kirin 307 hezar û 210 in.

-Îro 30 hezar û 864 test hatin kirin.

-Kesên ku îro tûşî koronavîrusê bûne 4 hezar û 747 kesin.

-Kesên ku îro ji ber koronavîrusê wefat kirine 98 kesin.

-Nexweşên îro baş bûne 281 kesin.

-Bi temamî 2 hezar û 423 kes baş bûne.

Roja duyê ye ku li dermanxaneyan belakirina maskeyan dewam dike. Herkes, bê pere dikare bidest bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin