Zanyaran cihê herî hesas ê koronavîrusê tesbît kir

Zanyaran cihê herî hesas ê koronavîrusê tesbît kir

PeyamaKurd – Lêkolînên li ser vîrusa koronaya nû Covid-19 li seranserê dinyayê ji aliyê zanyaran ve berdewam dikin ku heta niha tûşbûyên wê gihîştine zêdetirî 1 milyon û 200 hezar kesan û bêhtirî 64 hezaran kesan jî pê can daye.

Di gotareke lêkolîneke zanistî Science de zanyaran ragihand ku ew bi ser cihê herî hesas ê vîrusê  de bûne û bi vî awayî peydekirina derman û derziya Covid-19 jî mimkun e.

Di lêkolîna Biyolog Ian Wilson û tîma wî de cihê herî hesas ê belavbûna vîrusê hatiye keşfkirin  ku tê gotin, vîrus li hember dermanan nikare berxwe bide.

Zanyaran gotiye ku wan bi wergirtina antîkorên xwîna kesên ji nexweşînê baş bûne ew cihê hesas tesbît kiriye û bi ser ve bûne ku antîkor bi vîrusê ve zeliqî ye û dikarin ji nav vîrusê cuda bikin û derxin.

Herwiha zanyarê heman tîmê Meng Yuan jî gotiye, “Me ferq kir ku vîrus li wê herêmê bicih bûye û kengî xwe biguherîne jî derdikeve holê.”

Tîma zanyaran bang li kesên ji nexweşînê baş bûne jî kiriye ku xwînê bexş bikin daku bikarin lêkolînên hûrî li ser antîkorên vîrusê pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin