Li Çiyayê Sefîn projeyeke mezin a gestiyarî tê çêkirin

Li Çiyayê Sefîn projeyeke mezin a gestiyarî tê çêkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê yê Hikûmeta Herêma Kurditanê Sasan Ewnî ragihand, projeyeke mezin a geştyariyê mîna projeya teleferîkê ya Çiyayê Zawa yê Duhokê, li ser Çiyayê Sefîn ê Şeqlaweyê jî tê çêkirin.

Wezareta Şarevaniyê bi navê Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngîyê dide sektora geştyariyê û di nav hikûmet û Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê de jî desteyeke serbixwe, karûbarên vê sektorê dimeşîne. Master planeke giştî ji bo hemû Herêma Kurdistanê heye, 60 heta 65 projeyên mezin û navîn ji bo hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê hene.”

Sasan Ewnî eşkere kir: “Daxwaza me ji pêşvebirina sektora geştûguzariyê, ji ya ku niha heye gelek zêdetir e, em dixwazin zêdetir girîngî bidin vê sektorê, di bernameya me de heye ku projeya geştûguzariyê ya mîna teleferîka Çiyayê Zawa yê Duhokê, li ser Çiyayê Sefîn ê li Şeqlawe jî cîbicî bikin.”

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê ji sermayedar û veberhênerên Kurdistanê jî daxwaz kir ku projeyên geştyariyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin û ev bangewazî li wan kir:

“Em bang li sermayedar û veberhêneran dikin, ji bo ku em sûdê ji bilindahî û çiyayên Kurdistanê werbigrin û projeyên geştyariyê weke projeya teleferîkê ya li Çiyayê Zawa yê Duhokê, li wan cihên geştyariyê ku heta niha destê wan negihiştiye projeyên weke wê çêbikin û li her cihekî ku veberhêner û sektora taybet bixwazin sûdê ji wan cihan werbigrin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgiriya wan bike, ku bi awayekî baş sermayeyên xwe li hemû waran û bi taybetî di warê geştyariyê de bi kar bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin