PeyamaKurd - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku êrişekê de 4 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.
(HRE) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku yekîneyên wê li dijî çekdarên girêdayî Tirkiyê êrişek pêk anîne.
Li gor daxuyaniya hatiye şervanên HREyê ew êriş li bajarokê Marî yê ser bi Ezazê ve pêk anîne û di encamê de jî 4 çekdar hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne. Li aliyê din artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê di topbaran û êrişên xwe berdewam e.
Li gor zanyariyan berdest, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, gundê Mezin ê ser bi navçeya Şêrwayê ya Efrînê topbaran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin