Çavusoglu: Em bi Amerîkayê re li hev nekin, plana me heye!

Çavusoglu: Em bi Amerîkayê re li hev nekin, plana me heye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li ser proseya avakirina herêma ewle li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ligel Amerîkayê da xuyakirin ku wan hîn li ser her tiştî li hev nekiriye.

Çavuşoglu got, “Em nikarin bêjin ku me li ser her tiştî li hev kiriye. Emê helbet li ser aliyên ku nêrînên me cuda ne gotûbêjên xwe bidomînin. Heger çêbû çêbû, çênebe jî plana me heye ku em bikevin wê derê. Fermana serokomarê me zelal e.”

Wezîrê Tirk li ser êrîşa karwana leşkerî ya artêşa Tirkiyê ji aliyê balafirên Sûriyê ve jî diyar kiri, ti niyeteke wan ku xala çavderiyê ya 9an a li Idlibê veguhêzîn nîne û divê ‘rejîma Sûrî bi agir nelîze’.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin