Kazimî: “Em ê di nêz de roja hilbijartinan ragihînin”

Kazimî: “Em ê di nêz de roja hilbijartinan ragihînin”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî piştî civîna encumena wezîran ragihand ku dê di nêz de wexta hilbijartina pêşwext aşkera bike. Civîna encumena wezîran li Basrayê hat kirin û piştî civînê Kazimî weha ragihand:

“Armanca me kirina hilbijartinane. Ez ê di nêz de roja hilbijartinan ragihînim. Di bernama me de hilbijartina pêşwext heye. Ez bangê bo hemû terefan dikim bila qanûna hilbijartinan temam bibe û komseriyekî şeffa bo hilbijartinan bê danîn.”

Mustafa Kazimî, li Basrayê deriyên gumrikê yên di navbera wan û Kuweyt û Îranê de dewrî artêşê kir. Fermandariya Operasyonên Hevpar ya bi ser wezareta bergiriyê jî ragihand ku bi biryara serokwezîr Kazimî deriyên li Basrayê yê Çelamçe û Safwan dewrî fermandariyê bûn e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin