PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Dumaya Dewletê axaftinek kir.
Lavrov, ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) got ku divê Amerîka dev ji hewildanên serdestiya gerdûnî berde û destwerdana wan herêmên ku dûrî axa wê ne û bandora wan li ser ewlehiya wê tune ne, neke.
Wezîrê Rûsî diyar kir ku her çend peymana "New START" bi dawî bûbe jî, Rûsya dê bi daxwaza Pûtîn heta ku Amerîka sînoran derbas neke pabendî sînorên moşekî bimîne.
Herwiha Lavrov spasiya Koreya Bakur kir ji bo piştgiriya di rizgarkirina herêma Kurskê ya Ukraynayê de û ragihand ku peymana Alaskayê ya bi Trump re hîn li ser maseyê ye.
Lavrov bal kişand ser destwerdanên Amerîkayê yên li Venezuela, Îran û Gronlandê û got ku ew ji bo diyalogeke stratejîk a li ser bingehê wekheviyê amade ne, lê dê li hemberî her gavên milîtarîzekirinê yên li dijî Rûsyayê tedbîrên pêwîst bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin