PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Almanyayê hatin ragihandin, rayedarên Almanyayê hişyarî kirine ku di herdu mehên pêşîn ên zivistanê de dibe ku kêmasiya enerjiyê hebe.
Serokê Ajansa Tora Federal (Bundesnetzagentur) Klaus Muller ku li Almanyayê bazara enerjiyê bi rêk û pêk dike, hişyarî da ku dibe di mehên çile û sibatê de li welêt kêmbûna gazê hebe.
Muller, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Suddeutsche re da zanîn ku gel van rojan wekî ku tê xwestin sexbêriyê nake û di vê heyamê de xerckirina elektrîkê, li gorî gaza par tenê ji sedî 5 kêmtir e, ev jî têr nake.
Muller bal kişand ser wê yekê ku piştî 2 yan 3 hefteyan ne hewce ye ku di derbarê xerckirina gazê de hişyarî bê dayîn, lê di çile û sibatê de rewş nikare bi vî rengî berdewam bike û got,
“Sexbêriya pîşesaziyê jî kêm dibe. Me ji bo hilberîna elektrîkê, zêde gaz bi kar hanî. Em jî bi fikar in ku zivistana duyemîn ji a yekem dijwartir be. Di havînê de em ê neçar bimînin ku tanqan bêyî gaza Rusyayê tijî bikin. Mirov dê lêçûna qeyrana enerjiyê bi giranî hîs bikin.”
Muller bal kişand ku çile û sibat ji kanûnê sartir in û hişyarî da ku di van mehan de dibe ku gaz zû biqede û diyar kir ku mehên zivistanê yên 2023-2024an de dibe ku gel zêdetir bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin