PeyamaKurd – Li eyaleta Carolinaya Başûr a Amerîkayê êrîş kulbekê hat kirin ku di wê êrîşê de du kesan can da û 8 kes jî birîndar bûn.
Asayîşa bajarê Greenville yê eyaleta Carolinaya Başûr ragihand ku êrîşeke çekdarî berê sibehê li gorî dema Amerîkayê, bi ser klubeke bi navê Lavish Lounge de hatiye kirin.
Navenda Asayîşê da xuyakirin ku di wê êrîşê de du kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne ku bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin