PeyamaKurd – Nexweşxaneyeke li eyaleta Maryland a Amerîkayê, dilê berazekî neqlî nexweşekî 57 salî kir.
Li gor Nexweşxaneya Marylandê ragihand, ew amelîyat bi awayekî ceribîner hatiye kirin û da zanîn, rewşa nexweşê dil baş e.
Wê nexweşxaneyê diyar kir, karanîna dilê berazekî ji bo lêgerîna bi deh salan e didome û gaveke girîng e.
Doktorên ji Zanîngeha Marylandê eşkere dikin, ew amalîyat îspat dike ku dilê ajalekî genetîka wî hatiye guhertin dikare ji bo însanan were karanîn.
Nexweşê dil David Bennett rojeke berî amelîyatê dîyar kiribû, ew dizane di tariyê de guleyekê diteqîne û gotibû, neqila dilê berazekî ji bo wî şansa dawî ye.
Doktorên Zanîngeha Marylandê didin zanîn, eger ew neqil kêrhatî be ew ê ji bo gelek nexweşên êşê dikişînin ji wan parçeyên ajalan çareserî çêbibin.
Lêkolînerên li New Yorkê di Îlona 2021an de bi hin ceribandinan dîyar kiribûn ku hin beraz ji bo neqlê geşbînîyê çêdikin.
Wan lêkolîneran bi awayekî demkî gurçikê berazekî neqlî însanekî mirî kiribûn û dîtibûn ku gurçik dişixule.
Herwiha ew didin zanîn, neqla li Marylandê ceribandinên wan rakirine astekî dîtir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin