PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Bartınê di ocaxa madenê de hilweşandin çêbû û di encamê de karkerekî can da. Karkerê bi navê Ferdi Tayyar (37) ê can da, mehekî berê zewicî bû.
Ocaxa madenê ya şîrketa bi navê Bartın Hattat Enerji ve Maden A.Ş ye û li gundê Hema Tarlaağzı ocaxa wê ya madenê heye. Qeza di beşa panoya hilberînê de, piştî roxandinê çêbû.
Piştî roxandibê karker Ferdi Tayyar birîndar ji bin enqazê derdixin û piştî dibin nexweşxana dewletê ya Bartınê, li wê derê can dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin