PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên koalîsyonê li Rojhilatê Sûriyê li bajarê Dêra Zorê li dijî IŞÎDê operasyoneke hewayî pêk anîn. Di encama operasyonê de 63 çekdarên IŞÎDê hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya li Sûriyê ragihand ku hêzên koalîsyonê di rojên pêncşem û înê de li Rojhilatê Sûriyê li bajarê Dêra Zorê li dijî IŞÎDê operasyoneke hewayî pêk anîn. Li gundê Sûsê di operasyonê de 63 endamên IŞÎDê hatin kuştin. Ji kuştiyan 6 jê welatiyên Sûriyê û yê dî jî yên Iraqê ne.
Rêxistina Mafên Mirovan ya li Sûriyê îdda kir ku di operasyonê de pîrek û zarok jî hatine kuştin, lê belê erkdarên koalîsyonê ev îdda red kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin