Li Efrînê endezyarekî Kurd hate revandin!

Dîroka weşanê :
Li Efrînê endezyarekî Kurd hate revandin!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê çekdarên opozîsyonê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, endezyarekî Kurd revandin û birine cihekî xef.

Li gorî çavkaniyên herêmî, endezyarê Kurd yê bi navê Ebdilrehman Îbo (Bavê Rênas) ji aliyê koma çekdar ya bi navê Ehrar El-Şerqiyê ve ji mala wî hate derxistin û revandin.

Berî niha jî Ebdilrehman Îbo hatibû girtin û dîsa hatibû berdan.

Ji xeynî vê jî hat ragihandin ku parêzerê Kurd Sadiq Necarê bi destê îstîxbarata Tirkiyê berî niha bi du hefteyan hatibû girtin û îro hate berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan ya li Sûriyê di raporeke xwe de ragihandibû ku ji roja ku Tirkiyê Efrîn vegirtiye heta niha, 2338 ciwanên Kurd ji aliyê Tirkiyê û çekdarên hevalbendên wê ve hatine revandin û ji van, 800 kes heta niha jî di girtîgehên Tirkiyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin