PeyamaKurd - Li nêzîkî Îstasyona Trenê ya Savelovskiy li Moskowê, paytexta Rûsyayê, teqînek çêbû û polîsek hat kuştin û du polîsên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê, di saet 00:05an de bi dema herêmî, kesekî nenas nêzîkî wesayîteke polîsên trafîkê ya li Qada Îstasyona Savelovskiy li Moskowê bû.
Polîsek di encama teqîna amûrek nenas de mir.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku lêpirsînek li ser teqîna ku bû sedema mirina polîsekî hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin