Li Portekizê daristan disewitin: 7 kes mirin 12 birîndar

Dîroka weşanê :
Li Portekizê daristan disewitin: 7 kes mirin 12 birîndar

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Portekizê, ji ber şewatên daristanan ku li seranserê Portekîzê didome, di nav de 3 agirkuj, herî kêm 7 kesa canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Portekizî ragihandin ku şewat herî zêde li herêmên navendê û bakurê welêt ziyanê daye.

Li gorî daxuyaniyên fermî 3 agirkuj, 2 jin û mêrek, di dema temirandina şewata li Tabua ya navçeya Coimbra ya navenda Portekîzê de canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Portekîzê Luîs Montenegro ragihand ku nêzîkî 5 hezar agirkuj hatine erkdarkirin da ku agirê li seranserê welêt belav bûye vemirînin.

Ajansa nûçeyan a Portekîzê LUSAyê ragihand ku di navbera Porto û Aveiroya bakurê Portekizê de deh hezar hektar erd şewitiye.

Fermandarê Parastina Sivîl ê Portekîzê André Fernandes jî da zanîn ku niha li 65 deveran şewat hê jî didomin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, kesên ji ber agir birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên herêmên şewat lê didome.

Hate ragihandin  ku di şewatan de bi dehan xanî hilweşiyane û polêsan otoban û rêyên sereke yên navbera paytext Lîzbon û Portoyê girtine.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew ê 8 frokeyên agirkujiyê bişînin Portekîzê da ku ji bo agirê daristanan bê rawestandin alîkariya Portekizê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin