PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Pawê di navbera pêşmergeyên HDKê û pasdaranê Îranê de şer derket. Di encama şêrr de 3 pasdaranê Îranê hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî şerê di navbera pêşmergeyên HDKê û pasdaranê Îranê de 3 seetan dewam kiriye. Di encamê de 3 pasdaranê Îranê hatine kuştin û 2 pêşmerge jî şehîd bûne û sivîlekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Demeke dirêj di navbera pêşmergeyên HDKê û pasdaranê Îranê de şer çênedibûn. Lê belê van demên dawî di navbera her du aliyan de li ser hevdû şer derdikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin