PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê di encama operasyonan de, li Bexda û Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê desteser kir.
Li gorî daxuyaniya Saziya Îstîxbarata leşkerî ya Iraqê, di encama operasyoneke hêzên wan ya li Bexda û Kerkûkê de, 3 çekdarên DAIŞê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 2 ji çekdarên DAIŞê li Bexdayê û yek jî li taxa Kurdistan a Kerkûkê hatiye desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin