Li Tirkiyê bo cara duyem haleteke Covid-19ê hat tomarkirin

Li Tirkiyê bo cara duyem haleteke Covid-19ê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê, ragihand ku li kesekî din haleteke Covid-19ê (virusa koronayê) hatiye xuyakirin û ango testa wî ya Covid-19ê pozîtîf derketiye.

Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir ku Covid-19ê (korona virusa nû) ketiye canê kesekî din, “Di encama testan de derket holê ku vîrus ketiye canê welatiyekî din. Ew nexweş kesûkarê nexweşê ewil e. Ji bo ku nexweşî belav nebe, em tevdîrên pêwîst werdigirin. Em dê ligel hev vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Wezîrê Tirk Fahrettin Koca, 11ê Adarê eşkere kiribu ku li Tirkiyê bo cara ewil li kesekî peyda bûye ango testa wî pozîtîf derketiye.

Hêjayî gotinê ye ku bi vê yekê re hejmara kesên tûşî Covid-19ê bûne, bi fermî derketiye 2 kesan.


Herêma Kurdistanê ji bo rêlibergirtina Covid-19ê çendîn biryarên nû dan

Ji ber Covid-19ê li dibistanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê betlane hat ragihandin

Li Tirkiyê bo cara duyem haleteke Covid-19ê hat tomarkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin