PeyamaKurd - Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd ragihand ku 25ê Tîrmeha 2022an wê referanduma destûrê û 17ê Kanûna 2022an jî hilbijartina giştî were lidarxistin.
Serokomarê Tûnisê Qeyîs Seîd di televizyona dewletê de ragihand, ji bo guhertina sîstema hikûmetê di 25ê Tîrmeha 2022an de referandûma destûra bingehîn û 17ê Kanûna 2022an jî hilbijartina giştî ya pêşwext wê bê encamdan.
Qeyîs Seîd ew biryar wekî biryareke “dîrokî” bi nav kir got, wê xebatên parlamentoyê jî heta hilbijartina pêşwext were encamdan bên rawestandin.
Serokê Tûnisê herwiha diyar kir ku wê di Çileya 2022an de li welêt pêvajoya “diyaloga netewî” bê destpêkirin û wiha axivî: “Pêvajoya diyaloga netewî ya ku wê li ser înternetê bê kirin jî wê heta 20ê Adarê roja ‘Serxwebûnê’ dewam bike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Tûnisê 25ê Tîrmehê hemû erkên parlamentoyê dabûn rawestandin û dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn anîbû.
Qeys Seîd berî niha 29ê Îlonê Seîd Necla Buden Remezan ji bo avkirina hikumeta nû erkdar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin