PeyamaKurd – Kovara The Economist ragihand ku Îran sîlihên nukleerî çêbike û bi dest bixe, dê bibe sedema ku Tirkiye û Erebistana Si’ûdiyê jî di mijarê de pêngavan bavêjin. Kovar got ku dinya bi pêla sîlihên nuklerî re rû bi rû ye û divê hêzên nukleerî bikevin nava tevgerê.
Kovar li ser pêşbirka bi sîlihbûna nukleerî weha got:
“Desthilatiya Çînê ya bilez ya li herêmê û firehbûna cepilxaneya nukleerî ya Kore ya Bakûr bo Japonyayê cazib tê.”
Li gor kovarê; di jimara dawiyê de dibêje bernama nukleerî ya Îranê li ser Tirkiyê û Erebistanê bandorê dike û weha dewam dike:
“Peymana nukleerî ya bi Îranê re ya sînorek bo nukleerê datîne, diroxe. Joe Biden peymanê vejîne jî, piraniya hukmên peymanê 10 sal di şûn de namîne. Li ser Prens Muhammed bin Selman kêm kontrol heye û dê bixwaze bibe xwediyê sîlihên nukleerî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin