Dadgeha Îranê 4 çalakvanên sivîl ên Kurd girtin

Dadgeha Îranê 4 çalakvanên sivîl ên Kurd girtin

PeyamaKurd -  Dadgeha Îranê di danişîna 23yê Gulanê roja Şemiyê de ku li Kirmanşanê birêve çû, ji bo 4 çalakvanên sivîl ên Kurd sizayê girtîgehê yê 9 mehan pesend kir.

Li gorî ragihandina rêxistina Hengawê, çalakvanên Kurd ên bi navên; Şahyar Tahmasebî, Ardaşî Mousavî, Mostafa Baqrî û Aşna Hedayatî 5ê Tîrmeha sala 2018an piştî ku hatine binçavkirin bi du mehan bi kefaletê hatibûn berdan, lê di danişîna dadgehê ya 23yê Gulanê de car din hatin girtin û sizayê 9 mehan li wan hat birîn.

Dadgehê bi sedema koma ‘Niştîmanê Kesk’ ceza li wan biriye ku ew komeke kulturî û hawîrdorparêz bûye û hejmarek bernameyên hunerî li Îranê saz kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin