PeyamaKurd - Piştî midurê polîsên taybet ê Mêrdînê doh di pevçûneke ligel endamên PKKê de hat kuştin, Parêzgariya Mêrdînê li navçeya Nisêbînê ya bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.
Parêzgarê Mêrdînê li gundên Buyuk Kardaş û Kuçûk Kardaş ên Nisêbînê û gundên Sulakdere û Duygulu yên navçeya Omeriyan qedexeya çûn û hatinê ragihand û di heman demê de li wan deveran oporasyonên leşkerî hatin destpêkirin.
Hat ragihandin ku dê ew qedexe heya derketina biryareke din berdewam be.
Biryara qedexeyê piştî şerê roja Şemiyê ku midurê polîsên tirkTofan Kansuva hatibû kuştin û cerdevanek birîndar bûbû, hat derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin