Îran: "Tirkan li Sûriyê planên seytanî mesandin"

Îran: "Tirkan li Sûriyê planên seytanî mesandin"

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî, ragihand ku Tirkan li Sûriyê planên şeytanî meşandine û xwestine ku Beşşar Esed bînin xwarê lê bi ser neketine.

Larîcanî pêşwaziya heyetek ji parlamentoya Sûriyê kir û pesnê Beşşar Esed da. 

Larîcanî got Wezîrê Karên Derve yê dewleteke cîran ku mebesta wî Tirkiye ye û ew wezîr jî Ahmet Davutoglu ye, hatiye cem wî û gotiye ku wê heta çend rojan li Mizgefa Emewî nimêjê bikin.

Larîcanî dibêje, ewî jî ji wî Wezîrê Derve yê welatê cîran re gotiye, "Hûn Sûriyê, artêş û gelê wê nas nakin. Wisa hereket nekin. Lê wan guh neda me dijminiya xwe meşand."

Serokê Parlamentoya Îranê piştiriya welatê xwe bo Esed dupat kir û got ew dê her demê li kêleka Sûriyê bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin