Mueyîdeyên li ser Îranê fisara herî zêde li ser karkeran dike

Mueyîdeyên li ser Îranê fisara herî zêde li ser karkeran dike

PeyamaKurd - Li Îranê buhayên alav û kelûpelan zêde bûne, lê heqdestên karkeran weke xwe maye, ne tenê ev, herwiha yan heqdest bi deyn têne dayîn, yan jî kargehan çendîn meh in tu pere nedane.

Li gor gotina çalakvanên karker, debara her malbatekê 5 milyon û 300 hezar tumen e, lê mûçeya niha ya karkeran, di dawiya zivistanê de weke 2 milyon û 700 hezar tumen hatiye diyarkirin, ku herî kêm heqdestê îsal 1 milyon û 116 hezar tumen rêkeftin li ser hat kirin.

Encûmena Bilind a Kar ku ji nûnerên hikûmetê, karsaz û karkeran pêk tê, li gor enflasyona salane ya debara malbatan diyar dike.

Li ser xerciyên derman, tendirustî, xurak, xwendin, hatûçûn û xerciyên din ên rojane yên malbetekê, nûnerên karkeran dibêjin, ku îro karkeran ji şiyana xwe ya kirînê %72 ji dest dane.

Vê yekê nûnerên karkeran ên li Encûmena Bilind a Kar gihand wê baweriyê ku hewl bidin heqdest zêde bikin, yan jî rêyekê bigrin ber xwe daku qerebûya daketina şiyana kirîna karkeran bike.

Encûmena Bilind a Kar hefteya bê, li ser vê mijarê dicive, lê belê gihiştina rêkareke ku bigihîje hawara karkeran, ne gelek hêsan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin