PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price li ser hewla derbeyê ya li Ermenistanê ragihand ku ew demokrasiya Ermenistanê destek dikin û divê artêş tevlî siyasetê nebe.
Price, beyana xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de da û got divê li Ermenistanê herkes di sikûnetê de be û ji gavên şiddetê û gengeşeyê xwe dûr bixe. Price weha dewam kir:
“Em bo hemû terefan bibîr dixin ku prensîba me ya esasî ew e ku artêş tevlî siyaseta demokratîk nebin. Amerîka li Ermenistanê destekê daye pêvajoya demokratîzebûnê û pêşxistina dezgeyan. Em desteka xwe dewam bo demokrasi û desthilata Ermenistanê dewam dikin. Em bo serokên wan dibêjin hûqûqê serdest bigrin, li demokrasiyê û dezgeyan rêz bigrin û arîşeyên xwe di nava aştiyê de çareser bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin