PeyamaKurd – Welatiyekî Amerîkî ji tîma paqijkirina mînên DAIŞê li Iraqê, dema operasyona paqijkirina bermayiyên DAIŞê de mîn pê de teqiya û tevî du welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên polîsê Iraqê ragihandin ku endamê tîma navnetewî ya paqijkirina mînan ê welatiyê Amerîkî, roja sêşema borî dema li nêzîkî Mûsilê di operasyona paqijkirina mînan û bombeyên vedayî de cî digirt, jiyana xwe ji dest da.
Polîsê Iraqê da xuyakirin, kesê ku can daye endamê Weqfa Çalakiyên Mînan a Swîsreyê (FSD) ye û li dorûbera gundekî 60 km nêzîkî Mûsilê mînên bermayiyên DAIŞê paqij dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin