PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî kir ku kar ji bo rawestandina gefên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê bike û got, çareya parastina herêmê ji karesatê, avakirina rêveberî û hêzeke hevbeş e.
Emîndarîya Giştî ya ENKSê bi daxuyanîyekê ragihand, “Gefên Tirkiyê bi encamdana êrîşekê bo ser rojhilatê Firatê û daxuyanêyên komên çekdar, cihê şermezarîyê ne, tirs û dilgiranîyek li cem tevahîya pêkhateyên navçeîyê durist kirîye. ENKS guhertina demografî red dike û dibêje, heke Tirkiyê gefên xwe bicih bîne; dê karvedanên nerênî bi xwe re bîne û xelkê navçeyê rastî awarebûn û penaberîyê dê bibe û bandoreke nerînî li ser proseya siyasîya Sûriyê bike.”
ENKSê bang li civaka navdeweletî û hemû alîyên grêdayî pirsa Suriyê bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir ku kar ji bo rawestandina gefên Tikiyê bikin û çareyeke aştîyane ji wê pirsê re bibînin.
Emîndariya ENKSê herwiha got, PYD bi tekalî kar dike û nahêle nêzîkbûnek di nava aliyên Kurdî de çêbibe.
ENKSê dazanîn, çareya parastina navçeyê ji karesatê, avakirina rêveberîyeke hevbeş e ku ji hemû pêkhateyên navçeyê û avakirina hêzeke hevbeş pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin