Qeyûmê Qersê encûmen betal kir û hesabê Kurdî yê medya civakî jî jê bir

Qeyûmê Qersê encûmen betal kir û hesabê Kurdî yê medya civakî jî jê bir

PeyamaKurd – Piştî ku şaredarê hilbijartî yê HDPê hat girtin û parêzgarê bajarê Qersê Turker Oksuz wekî qeyûm li ser şaredariyê hat danîn, encûmena bajêr ku ji endamên hilbijartî yên 5 partiyan pêk tê hat betalkirin.

Herwiha hat zanîn ku ji bilî betalkirina encûmenê hesabên medya civakî yên şaredariyê yên bi Kurdî jî hatin rakirin.

Qeyûmê Şaredariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, roja Înê dema wekî qeyûm hat tayîn kirin, wekî karê xwe yê pêşî nimêja fetihkirina şaredariyê li ber avahiya şaredariya Qersê kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şaredariya bajarê Qersê ya dawî bû ku wekî bajêr di destê HDPê de û qeyûm bo wê jî hat danîn.

Di encûmena bajêr de, ji 24 kursiyan tenê 7 yên AKP û MHPê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin