Pentagon: Em di astengkirina Îran û nûnerên wê de bi rik in

Dîroka weşanê :
Pentagon: Em di astengkirina Îran û nûnerên wê de bi rik in

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Patrick Ryder destnîşan kir ku DYA, di astengkirina Îran û komên çekdar ên girêdayî wê de bi rik e û got:

."Em ê rê nedin ku Îran û hevkarên wê ji rewşa aloz ya niha sûdê werbigirin û şer berfirehtir bikin.

Hat ragihandin ku DYA, wê kapasîteya xwe ya piştgiriya asmanî ya li Rojhilata Navîn zêde bike, ji bo şandina leşkeran a ji bo herêmê dest bi xebatan kirine û ev xebat gihiştine asteke bilindtir."

Her wiha DYAyê hişyarî da Îranê ku nakokiyên li Rojhilata Navîn zêdetir neke.

Li gorî Reutersê, ev daxuyanî du roj piştî ku Serokê DYAyê Joe Biden ferman da PENTAGONê ku kapasîteya hêzên DYAyê  yên li Rojhilata Navîn ji nû ve sererast bike.

Ryder di daxuyaniyekê de got: "DYA pabend e ku rê nede Îran û hevkarên wê yên ku Îran piştgiriya wan dike ji rewşê sûd werbigirin an nakokî berfireh bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin