PeyamaKurd- Musteşarê Pentagonê Ellen Lord civîneka çapemeniyê lidar xist û behsa pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Amerîkayê kir. Di mijara ku dê Tirkiyê ji bernameya F-35an bê derxistin an na de, got ku Tirkiye hevkarekî wan yê stratejîke û her dû alî di navbera xwe de daîma diaxifin. Li dora 900 perçeyên balafirên F-35an, Lord ragihand ku wê di serî de li Amerîkayê bên hilberîn.
Lord got ku ew salekiye li ser hilberîna perçeyan dixebitin û wê şîrketên Tirkiyê heya adara 2020an bo bernameyê, hilberîna perçeyan dewam bike.
Lord, di mijara balafirên Tirkiyê de ragihand ku balafirên aîdê Tirkiyê ne, niha li balafirgeha hewayî ya Luke ne û di mijara dahatûya wan de li ser çareseriyan dixebitin. Dibe ku Tirkiye heya salekî xebata xwe dewam bike û Amerîka mijaran ji hev vediqetîne. Mînak Lord di mijara xebatên din û F-35an de weha got:
“Em mijara bernameya F-35an û têkiliyên din ji hev cuda digrin. Mijara F-35an û S-400an weka hev e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin