PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya xurt a ji bo rêxistinên çekdar ên herêmî yên nêzîkî rejîma Îranê bidomînin.
Mesûd Pezeşkiyan ku çend roj berê wek Serokomarê Îranê hat hilbijartin diyar kir ku wê Îran bi xurtî piştgiriya Hizbullaha Lubnanê û rêxistinên çekdar ên herêmî yên nêzîkî rejîma Îranê bike.
Li gorî medyaya makî ya Îranê, Pezeşkiyan bersiva nameya Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah a ji bo pîrozkirina hilbijartina wî ya Serokkomariyê da û di peyama bersiva xwe de diyar kir ku wê Îran bi xurtî piştgiriya Hîzbullah û rêxistinên çekdar ên herêmî yên nêzîkî rejîma Îranê bike.
Pezeşkiyan di nameya xwe de destnîşan kir ku piştgiriya Îranê ya ji van rêxistinan re siyaseta bingehîn a Îranê ye.
Pezeşkiyan got: "Ez bawer dikim ku berxwedanên li herêmê wê rê nedin ku ev rejim (Îsraîl) polîtîkayên xwe yên şerxwaz û tawanbar ên li dijî gelê mazlûm ê Filistînê û gelên din ên herêmê bidomîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin