PeyamaKurd – Serokê partiya MHPê Devlet Bahçeli piştî ji bo serokê PKKê Abdullah Öcalan got: “Bila were meclisê û ragihîne ku dest ji çekan berdane, bila bêje teror qediyaye û rêxistinê bela kiriye”, îdîayekî dinê hat kirin ku ji partiya İYİ, li dora 14 an 15 parlementer xwe amade dikin da ji partiya xwe îstîfa bikin û derbasî partiya Devlet Bahçeli ya MHPê bibin.
Di nav kesên ji İYİ Partiyê îstîfa dikin de kesên girîng hene ku behsa Dursun Ataş dikin ku çend hefte berê ji İYİ Partiyê îstîfa kiribû.
Tê gotin ku nav kesên ji İYİ Partiyê îstîfa bikin de, hene ku bibin endamên AKPê jî. Lê di wexta pêşiya me de wê her tişt bêhtir zelal bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin