Papa li Qereqos a ku Pêsmerge rizgar kiriye peyam dan: Ev der xaka bicihanîna xewnan e

Papa li Qereqos a ku Pêsmerge rizgar kiriye peyam dan: Ev der xaka bicihanîna xewnan e

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî serdana Hewlêr û Mûsilê derbasî Qereqoşê bû ku ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye rizgarkirin.

Papa ragihand, “Me hemûyan xewneke me ya hevbeş heye, divê bi hev re hewl bidin wê xewnê bi cih bînin.”

Papa Francis li Qereqoşê ji aliyê pêkheteyan ve hat pêşwazîkirin. Papa di gotarek pêşkeş kir û got: “Ev der, xaka bicihanîna xewnan e. Ew hevgirtina di navbera we de heye biparêzin. Hin bûyer û diyarde dixwazin îmana we lawaz be, lê divê hûn dest jê bernedin. Divê baweriya we bi we û ola we hebe. Bila di bîra we de be ku xwedê li pişt we ye. Bila hêviya we bi xwedê û asman hebe.”

Papa diyar kir, “Pêwîst e giyanê lêborînê li cem me hebe û li hemû kesan biborin, ji ber ku jiyan berdewam e û bila kîn di hinava we de çênebe. Bila xwedê di bîra we de be. Biryarên niha, çarenivîsa dahata me diyar dike.”

Di çarçoveya civîna Papa ligel pêkhateyên Qereqoşê de, çend kesan çîrokên trajîdî yên hatina DAIŞê û jidestdana kesûkarên xwe ji Papa re vegotin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin