Kestiya ku Îranê li Basrayê desteser kir, ya Iraqê derket!

Kestiya ku Îranê li Basrayê desteser kir, ya Iraqê derket!

PeyamaKurd - Îro medya Îranê ragihandibû ku Hêzên Deryavaniya Îranê yên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê li kendava Basrayê dest danîne ser tankêreke petrolê ya biyanî ku 7 hezar lître sotemeniya qaçaxî tê de barkirî ye.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNA herî dawî li ser nasnameya wê keştiya biyanî ragihand ku tankêra sotemeniyê ya ku Îranê dest daniye ser ya Iraqê ye.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku keştiya bi navê 'Hita' ya iraqî ji ber ku sotemeniya ji îranê revandiye bi qaçaxî derbasî welatên ereb dike hatiye desteserkirin.

Fermandarekî Hêzên Deryavaniya Îranê bi navê Ramazan Zirahî jî daye xuyakirin ku keştiya sotemeniya qaçaxî barkirî bû li Kendava Basrayê hatiye destgîrkirin.

Herwiha wî fermandarî gotibû, 700 hezar lître sotemenî di wê tankêrê de hebû û piştî destgîkirinê 7 karmendên wê keştiyê jî hatine binçavkirin.

Keştiya navborî bo Girava Fars a îranê hatiye kişandin.

Îranê dest danî ser keştiyeke din a tankêra petrolê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin