PeyamaKurd – Papa Francis, di derbarê 317 xwendekarên keç ên li Nîjerya ji aliyê çekdaran da hatin revandin axifî û got, “Revandinek bêşermane” ye.
Papa do roja Yekşemê, di dema nimêja roja pîroz de li Vatîkanê, revandina keçên li Nîjerya bi “Revandinek bêşermane” bi nav kir, li meydana "St. Peter's Basilica" ya Vatîkanê dema nimêja girseyî ya heftane got: "Xûşk û birayên birêz ez dengê xwe didim pal dengê oldarên Nîjerya ji bo şermezarkirina bêşermane ya revandina 317 keçên ciwan."
Papa herwiha dîsa got: "Em nimêj û dûa bikin ji bo keçên ciwan, da ku bi lez vegerin malên xwe." Papa tekez li ser "nêzîkbûna xwe" ya wan keçan û malbatên wan kir.
Şeva Pêncşemê, li ser Îna borî, dehan çekdaran girtibûn ser dibistana gundê Jangibî yê herêma Zamfara ya li bakurê rojhilatê Nîjerya û 317 xwendekarên keç ji avahiyên xwendekaran revandbûn, nêzî 50 xwendekar reviya bûn û xwe rizgar kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin