PeyamaKurd- Li bajarokê Cerablûs a Rojava, motorsîkletekî bombekirî hat teqandin û di teqînê de kesekî can da û 7 kes jî birîndar bûn. Bûyer ber destê sibê çêbû. Cerablûs dikeve hemberê Karkamişa bakûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê ye.
Li gor nûçeyên medyayê; li ciyekî bazarê ku gelek kalabalixe motorsîkletekî bombebarkirî ji dûr de hat teqandin. 8 kes birîndar bûn lê piştî birîndaran birin nexweşxanê, kesekî li nexweşxanê can da. Dermankirina her 7 birîndarên din dewam dike.
Dewleta Tirkiyê ragihand ku teqîn ji aliyê YPG ê de hatiye kirin lê YPG mijarê nagire ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin