PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser balafira ku ji aliyê hêzên esmanî yên îranê ve bi moşekan hatibû xistin û 176 rêwî tê de can dabûn, daxuyaniyeke nû belav kir.
Li gorî televizyona dewleta Îranê Rûhanî li Tehranê axiviye û gotiye, wî çawa ferq kiriye ku xetayeke nayê efûkirin hatiye kirin, bilez xwestiye ji raya giştî re were parvekirin.
Rûhanî got, “Soz didim, dê hikûmet ji bo ronîkirina bûyerê pêdaçûnê bike. Pêwîste ji aliyê erka dadweriyê ve bi erkdarkirina dadwerekî payebilind dadgeheke taybet were avakirin. Ev ne dosyeyeke ji rêzê ye û dê çavê hemû dinyayê li ser vê dadgehê be.”
Herwiha îro Berdevkê Dadweriya Îranê Xulam Huseyîn jî ragihandibû ku ji ber bûyera xistina balafira Ûkraynayê hejmarek kes hatine binçavkirin.
Ji aliyê civaka navdewletî û welatên hemwelatiyên wan di balafirê de can dane ve fişareke zêde li ser Îranê tê kirin ku bûyerê ronî bike û qerebû bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî xistina balafira Ûkraynayê ku şeva êrîşa moşekî ya Îranê bi ser bingehên Amerîkî yên Iraqê de rû dabû, li Îranê xwepêşandanên protestoyî dijî rejîma Îranê ji nû ve dest pê kirine û hîn jî berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin