PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ku teklîfa serokê Rûsyayê yê Putin ji bo şertên agirbesa navbera Rûsya û Ûkraynayê daîmiye. Di nav teklîfa Rûsyayê de heye ku ji bo di pêşde şêwra garantiya ewlehiyê bikin û teklîfekî erêniye. Peskov got:
“Di teklîfa me de ji bo di pêş de, garantiya ewlehiyê îstîşare bikin xal hene. Teklîf piraliye, kûre û erêniye.”
Peskov ragihandina xwe di civîna rojnamevanan de li Moskovayê di dema bersiva pirsên rojnamevanan da, kir. Peskov weha dewam kir:
“Ev însiyatîva aştiyê ye. Garantiya ewlehiyê em ê di pêşde îstîşare bikin. Teklîf piraliye, kûre û erêniye. Jê re wext nîne lê di cephe de her roj şert diguhirin.Ji bo rêvebiriya Kîevê di pêş de dibe ku xerab biguhire. Teklîfa me li gor roja me hatiye amadekirin. Eger teklîfê bidin ber çav û rave bikin wê ji bo Kîevê baş be.”
Putin di ragihandina xwe ya îro de gotibû ku divê Ûkrayna ji Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporijya vekişe, dev ji endamtiya NATOyê berde û eger vana bike Rûsya dikare bi wan re dest bi muzakereyan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin