PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Alexander Lavrentyev û Şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanya yê Karûbarên Derve David Kori, di hevdîtinekê de rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybet jî rewşa Bakurê Sûriyê (Rojava) gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya Russia Today ku dispêre daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, di civînê de ji bilî Lavrentyev û Korî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînn jî amade bûye û bi taybet rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hurgiliyên wê hevdîtinê nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin