PeyamaKurd – Wezareta rewşên Lezgîn yê Rûsyayê ragihand ku li Ûkraynayê li devera Luhanskê di firûnekî 2 qat de 15 kes di encama bombebarana Ûkrayna de mirine. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:
“Piştî encama bombebarana Ûkraynayê li Luhanskê firûna 2 qat roxiya. Ji bin enqazê cesedên 15 kesan derxistin û gelek birîndar hene.”
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, di daxwuyaniya xwe de got ku di firûnê de bi dehan kesên sîvîl hebûne û tevgera navborî tevgerekî terorê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin