PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di baalafira li Nîjeryayê ketiye de, sererkanê artêşa Nîjeryayê Îbrahîm Attahiru jî di nav de 11 kesan can da.
Serokê Nîjeryayê Muhammed Buharî li ser hesabê xwe yê Twitterê piştrast kir ku di qezaya balafirê ya doh 22yê Gulanê de, serekanê artêşê Îbrahîm Attahiru jî miriye û xemgîniya xwe anî ziman.
Berdevkê artêşê jî eşkere kiriye ku Attahiru jî di nav de 11 kesan di balafira ketiye de can dane.
Herwiha hat diyarkirin ku balafir piştî ji paytex Abujayê rabûye, li bajarê Kadunayê ketiye, lê sedema ketina nehat eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin