PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump bang li parêzgerê eyaleta Michiganê li Gretchen Whitmer kir û got bi wan kesên çekdar re lihev bike. Duhî kesên çekdar li eyaleta Michiganê xwepêşandan kiribûn, avêtibûn ser parêzgehê û gotibûn ku parêzgeh çima tedbîrên li dijî Kovid-19 ê sist dike.
Serokê Amerîkayê Trump jî di ser hesabê xwe yê twitterê de peyamekî belav kir û weha got:
“Divê parêzgerê Michiganê Whitmer hinekî tawîzan bide û vî agirî vemirîne. Ew xwepêşandêr başin lê hinekî aciz bûne. Jiyana xwe ya berê bi awayekî baştir paşde dixwazin. Bi wan re biaxife, hevdîtin bike û lihev bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin